• Tuesday, 24 February 2026
logo

Termê hunermendekî navdar ê Iraqê li ser şeqamekî Bexdayê hate dîtin

Gulan Media March 31, 2022 Nûçe
Termê hunermendekî navdar ê Iraqê li ser şeqamekî Bexdayê hate dîtin

30.03.2022yê termê hunermendekî navdar ê Iraqê li ser şeqamekî Bexdayê hate dîtin.

Çapemeniya Iraqê ragehand, îro êvari hunermendê navdar ê Iraqê Necah Ebulûd ku muzîsyenekî xwedî şiyan û navdar ê Iraqê bûye, termê wî nêzîk mizgefta Urfelî li ser şeqama navçeya Betawînî ya Bexda ya paytext hatiye dîtin.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê Ebulûd çend nexwaşiyên wî yên demdirêj hebûne û dibe ku ji ber wan nexwaşiyan jiyana xwe ji dest dabe.

 

Basnews

Top