Demîrtaş: Rojekê em ê bigihîjin wê benderê
Wêneyên nû yên Selahattîn Demîrtaş û hevalê wî yê girtîgehê Adnan Selçuk Mizrakli yên li Girtîgeha Edîrneyê girtî ne hatin parvekirin.
Li ser hesabên Twitterê yên Demîrtaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedî Adnan Selçuk Mizrakli yê ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn, wêne û peyamên nû hatin parvekirin.
“Rojekê em ê bigihîjin wê benderê”
Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:
Dibe ku rê stirî û çal û mit bin. Niha em bi mamosteyê hêja Selçuk Mîzrakli re dimeşin.
Helbet rojekê em ê hemû bi hev re bigihîjin wê benderê.
Bi hêviya hevdîtinê...”
“Silav ji yên ku li dijî zilmê disekinin re”
Mizrakli jî li ser hesabê xwe wiha dibêje:
"Ev silav, ev merheba,
Ji hezkiriyên xwe, gelê xwe re,
Ji kesên xwedî hêvî, yên ku li dijî zilmê disekinin re,
Ji hevrêyan, dayikan û birayan re,
Ji ciwan û zarokan re...
Merheba ji yên ku bi rûmet dijîn!
Rudaw
