• Tuesday, 24 February 2026
logo

Di nav awareyên Efrînê de teqînek bihêz qewimî - Gelek kuştî û birîndar hene

Gulan Media March 31, 2022 Nûçe
Di nav awareyên Efrînê de teqînek bihêz qewimî - Gelek kuştî û birîndar hene

Teqînek li herêma Şehbayê ya Helebê rû da û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, îro danê sibê li bajaokê Ehdas li herêma Şehba ya Helebê, teqînek di avahiyekê de rû da û di encamê de 2 jinan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 10 kesan jî birîndar bûn ku piraniya wan koçberên Efrînê ne.

Tê gotin ku hîn çend kes di bin kavilê wê avahiyê de mane, ji ber wê jî îhtimal heye hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Heta niha nayê zanîn sedema teqînê çi bûye.

Ji encama êrîşa li ser herêma Efrînê û dagîrkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, dora 350 hezar Kurdên Efrînê koçber bûn û hejmarek mezin ji wan li gund û kampên herêma Şehbayê bi cih bûn.

 

 

Basnews

Top