Li Kazaxistanê jineka kurd ji aliyê nijadperestan ve hat şewitandin!
Li gundekî Kazaxistanê jineka kurd ji aliyê kesên nijadperest ve hat şewitandin û kuştin.
Li gorî agahiyan, roja 25 Adara îsal komek kesên nijadperest êrişî gundê Sovêtskoy li devera Sayram ya Kazaxistanê kirin.
Di wê êrişê de nijadperestan agir berdan mala jineka kurd bi navê Xanim Koçer (66 salî) û ew û mala wê şewitandin.
Ew jina kurd birin nexweşxanê lê li wir canê xwe ji dest da.
Gundê Sovêtskoy gundekî kurdan e û girêdayî eyaleta Turkistan ya Kazaxistanê ye.
Basnews
