Biden ji Nêçîrvan Barzanî re name şand
Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller îro serdana Herêma Kurdistanê kir û nameyeke taybet a Serokê Amerîkayê Joe Biden gihande Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Îro li Hewlêra paytext Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Di civînê de birêz Balyozê Amerîkayê nameyeke serok Joe Biden, Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê gihandiye serok Nêçîrvan Barzanî ku têde tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê hatiye kirin.”
Rudaw
