Zêbarî: Êrîşa têkder a duh şev îspat kir pêkanîna hikûmeta piranî çend pêwîste
Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ragehand, êrîşa têkderiyê ya duh şev, ku hin milîsên çekdar li ser binkeyê PDKê pêkanîn, îspat kir pêwîst heye ku demekî kurt de hikûmeta piraniya niştimanî bê ava kirin.
Zêbarî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, ew twitên xirab û neberpirsane yên hemwelatiyekî kurd derbarê merciya birêz li Necef a pîroz de kiriye, bi ti awayekî pêwendiya xwe bi PDKê ve tine. Lê dubare kirina reftarên aloziyê û têkdan û şewitandinê ya ji aliyê hin milîsên çekdar a binkeyê PDKê yê li Bexdayê, dubare îspat kiriye ku çend pêwîste demekî kurt de hikûmeta piraniya niştimaniya siyasî bê pêkanîn.
Basnews
