• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Îranê di qezayên ku di betlaneya Newrozê de 520 kes mirin

Li Îranê di qezayên ku di betlaneya Newrozê de 520 kes mirin

Li Îranê di 16-28ê Adarê betlaneya Cejna Newrozê de 520 kesan di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest dan.

Serokê Navenda Kontrola Trafîkê ya Îranê Ehmed Şîranî der heqê qezayên ku di Cejna Newrozê de çêbûn de agahî da.

Ehmed Şîranî wiha got, "Di navbera 16-28ê Adarê de ji ber trafîka Newrozê qeza çêbûn û di van qezayan de 520 kesan canê xwe ji dest dan."

Rayedarê Îranî diyar kir ku, ji 16ê Adarê pê ve nêzî 500 hezar otomobîl çûn herêmên bakur ên wî welatî û ev otomobîk hêj venegeriyane.

Li gor salnameya Hîcrî Şemsî ya ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê bikaranîn 21ê Adarê roja ewil a salê tê qebûlkirin. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di betlaneya Cejna Newrozê de ku nêzî 2 hefteyan dewam dike, xelk malên mirovên xwe ziyaret dikin û digerin. Ji ber vê rewşê di rêyên navbera bajaran de qeza çêdibin. 

 

Rudaw

Top