Blinken li Îsraîlê bi wezîrên derve yên 5 welatên Erebî re dicive
Di hevdîtineke dîrokî de, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li Îsraîlê ligel wezîrên derve yên pênc welatên Erebî yên pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re asayî kirine, dicive.
Blinken îro Yekşemê piştî nîvro dê bi wezîrên derve yên Îsraîl, Mexrib, Misir, Behreyn û Îmarat Erebî re li biyabana Negevê bicive di civînekê de ku dê bibe şahidê guherîna pêwendiyên Erebî-Îsraîlî ku di dawiya sala 2020 de dest pê kir.
Îmarata Erebî û Behreyn, yekemîn dewletên Kendavê ne ku di Îlona 2020an de di çarçoveya Peymanên Birahîm de û bi navbênkariya Amerîkayê pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re asayî kirin.
Blinken dê roja Duşemê gera xwe li Cezayîrê û paşê jî Mexribê bidomîne, li wir dê bi Welîehdê Ebû Dabî Mihemed bin Zayed re ku li herêmê bûye lîstikvanekî siyasî yê sereke, bicive.
Blinken hêvî dike ku piştgiriyê ji hewildanên Amerîka û NATO-yê re ji bo dijberîkirina êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê werbigire ku ji ber encamên şer, bihayên enerjiyê bilind bûye û metirsî ji kêmbûna genim heye ku ev yek jî dê bide sedema krîzekê li welatên Rojhilata Navîn, ji ber ku ew bi awayekî sereke genim hawerde dikin.
