Rêveberiya sepandî ya Kerkûkê dixwaze bi sedan malên kurdên Kakeyî birûxîne
Rêveberiya sepandî ya parêzgeha Kerkûkê dixwaze bi behaneya çêkirina rê malên bi sedan kurdên Kakeyî wêran bike.
Li bajarê Kerkûkê taxek heye bi navê Esra û Mefqûdîn. Xelkê wê taxê, ku nêzîkî çemê Xase yê Kerkûkê ye, hemû kurdên Kakeyî ne.
Kurdekî Kakeyî xelkê wê taxê ji BasNewsê re got, dixwazin bi behaneya çêkirina rê malên me wêran bikin û me bi mal û war bihêlin.
Wî kurdê Kakeyî her wiha got, ew cihê ku dixwazin rê lê çêbikin, gelekî ji malên me dûr e lê çêkirina rê dikin behane û dixwazin malên me birûxînin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, ew malên ku metirsiya rûxanê li ser heye, zêdetirî 500 mal in.
Basnews
