• Tuesday, 24 February 2026
logo

Êrîş li baregeha PDKê ya li Bexdayê hate kirin

Gulan Media March 28, 2022 Nûçe
Êrîş li baregeha PDKê ya li Bexdayê hate kirin

Peyamnêrê K24ê da zanîn, alîgirên Heşda Şeibî şeva borî li ber çavên hêzên ewlehiyê êrîşî ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê kirin û agir berdanê.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê got, hin ji kesên êrîşî ser baregeha PDKê kirine, bi otomobîlên leşkerî hatin cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê agahdar kirin ku rêgiriyê li karê wan nekin.

Peyamnêrê me bal kişande ser wê yekê û got, niha rewşa siyasî ya Iraqê li pêş proseya pêkanîna hukûmetê û hilbijartina Serokkomarê, ji ber vê yekê dibe ku ev hewldanek ji bo têkdana vê proseyê be.

Li gor zanyariyan, hin kenalên nêzîkî mîlîşyayên çekdar, alîgir û çekdarên xwe han didin ji bo êrîşî ser baregeha PDKê bikin û wê bişewitînin.

Herwiha wan kenalên nêzîkî van mîlîşyayan, vîdyoyên êrîşkirina li ser baregeha PDKê jî belav kirin.

Baregeha Liqê 5 ê PDKê li Bexdayê li navçeya Kirade ye û ev cara duyem e aliyê alîgirên Heşda Şeibî êrîşî wê dikin û dişewitînin.

Top