Li Erzeromê jinek û keça xwe hatin kuştin
Li parêzgeha Erzeroma Bakurê Kurdistanê jinek û keça xwe kuştî hatin dîtin. Hevjînê wê jinê yê berê hat desteserkirin.
Li navçeya Palandoken a Erzeromê li ser zanyariyan kesê bi navê Erdal K. hêzên ewlekariyê çûn mala wan û cenazeyên Ayşe Î. û keça Tugba K. dîtin ku bi kêrê hatine kuştin.
Li gor zanyariyan bêhn ketibû cenazeyan û guman tê kirin dibe ev çend roj bin ew herdu kes hatine kuştin.
Kesê bi navê Erdal K. ku hevjînê Ayşe yê berê ye, wek gumanbar hatiye desteserkirin.
Dozgeriya Komarê di derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.
Rudaw
