• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ciwanekî Cizîrî li Enqerê hat kuştin

Ciwanekî Cizîrî li Enqerê hat kuştin

Ciwanek bi navê Huseyîn Angi yê ji Cizîra Botan bo kirrîna otombêlekê çûbû Enqereyê, li navçeya Golbaşi ya Enqereyê hat kuştin û pereyên wî hatin dizîn. Huseyîn Angi li Goristana Cizîra Botan hat binaxkirin û ji aliyê girseyeke gelek qerebalix ve hat oxirkirin.

Huseyîn Angiyê 36 salî ku ji Cizîra Botan e û karê jimaryarnasiyê dike 2 roj berê ji bo kirrîna otomobîlekê berê xwe dabû Enqereyê.

Huseyîn Angi otombêl bi rêya înternetê dîtibû û ecibandibû û biryar dabu ku ji xwe re bistîne.

Hat ragihandin piştî ku Huseyîn Angi diçe Enqereyê bi xwediyê otomobîlê re dikeve têkiliyê û pere jê tê xwestin.

Huseyîn Angi dibêje heta otombêl ser navê wî neyê veguhastin, ew pereyan nade û li ser vê yekê jî navbera Huseyîn Angi û xwediyê otombêlê de nîqaş rû dide û xwediyê otombêlê li gel hevalên xwe êrîşî Huseyîn Angi dike û wî dîl digirin û êşkenceyê lê dikin.

Huseyîn Angi ku demekê di destê wê komê de dîl tê girtin paşê bi rêbazeke çekdarî tê kuştin. Hat ragihandin ku ew koma çekdar a Huseyîn Angi kuştîn berê jî kiriyarên wisa kirine.

Angi ku 23yê Adarê li Golbaşiya Enqereyê hatî kuştin di 25ê Adarê de li Cizîra Botan hat binaxkirin û jimareke zêde welatî tevlî merasîma cenazeyê Huseyîn Angi bûn.

Huseyîn Angi zewicî bû û bavê 2 zarokan bû.

 

K24

Top