• Tuesday, 24 February 2026
logo

PAK: Em Îhsan Nûrî Paşa Bi Giramî Bibîrtînin

Gulan Media March 26, 2022 Nûçe
PAK: Em Îhsan Nûrî Paşa Bi Giramî Bibîrtînin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekî Îhsan Nûrî Paşa bibîranî.

Daxuyaniya PAKê waha ye:

Îhsan Nûrî Paşa , rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê bû.

Îhsan Nûrî Paşa General û rêberê leşkerî yê serhildana Çîyayê Agirî û yek ji  damezranerê Xoybûnê bû.

Îhsan Nûrî Paşa di jîyana xwe de her jibo doza Kurd û Kurdistanê xebat kir,  tekoşa. Piştî Serîhildana Agirîyê, Îhsan Nûrî Paşa neçar dimine berê xwe dide Îranê. 

Îhsan Nûrî Paşa ji berîya 46 salan, di roja 25.03.1976an de, li Îranê di qezayeke trafîkê de koça dawî kir û ket nav refên şehîdên Kurdistanê.

Em di salvegera koça dawî ya  wî ya 46an de welatperwerê Kurd Îhsan Nûrî Paşa bi giramî bibîrtînin.

 25.03.2022

Buroya Çepemenî û Ragihandinê ya PAKê

 

Basnews

Top