• Tuesday, 24 February 2026
logo

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê rêkeftina gazê îmze kirin

Gulan Media March 25, 2022 Nûçe
Amerîka û Yekîtiya Ewropayê rêkeftina gazê îmze kirin

Ji ber krîza Ukraynayê û ji bo kêmkirina piştgirêdana Ewropayê bi gaza Rûsyayê, îro Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê rêkeftinek derbarê gaza xwezayî de îmze kirin û li gor rêkeftinê Amerîka dê gaza xwezayî hinardeyî Ewropayê bike.

Di çarçoveya Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de ku li Brukselê birêve diçe, îro di warê aborî û bazirganiyê de pêngaveke girîng hat avêtin. Amerîka û Yekîtiya Ewropayê rêkeftinek ji bo hinardekirina gaza xwezayî ji Amerîkayê bo Ewropayê îmze kirin.

Îro li Brukselê Serokê Amerîkayê Joe Biden li gel Berpirsa Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen rêkeftina hinardekirina gaza xwezayî ji Amerîkayê bo welatên Ewropî îmze kirin.

Li gor rêkeftinê, Amerîka dê heya dawiya îsal bi kêmanî 15 milyar metrekûp gaza ji corê LNG bo welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de dabîn bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di preskonferansekê de ragihand, “Em dê alîkariya Ewropiyan bikin daku dest ji enerjiya Rûsyayê berdin û îsal Amerîka dê hinardeya gaza xwezayî bo Ewropayê bi rêjeya 15 milyar metrekûp zêde bike.”

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Ursula von der Leyen jî di vê preskonferansê de ragihand, “bandoreke mezin a cezayan” li ser Rûsyayê hebûye û tekez kir, “Piştgiriyên Amerîkayê wiha dikin ku em kêmtir pişta xwe bi enerjiya Rûsyayê girêbidin.”

Li gor rêkeftina di navbera Amerîka û Yekîtiya Ewropayê de, Amerîka dê heya sala 2030 qebareya hinardekirina gaza xwezayî bo Yekîtiya Ewroapyê di salekê de bigihîne 50 milyar metrekûp

Bi sedema êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ku zêdeyî mehekê ye dest pê kiriye, bi berdewamî gotûbêj li ser dabînkirina gaza xwezayî bo welatên Ewropî di rêyeke alternatîv re dihat kirin û mijara gaza xwezayî yek ji faktorên girîng ên guvaşan bûye di navbera Rûsya û welatên Ewropî de.

Duh jî li Brukselê serkirdeyên welatên endamên NATO û G7 civiyan û êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayna gotûbêj kirin.

Serokê Amerîka, Joe Biden derbarê armanca lidarxistina civîna NATO di bersiva pirseke Rûdawê de û got, Armanca wan ew bû, ku di riya wê civînê de yekrêziyê di navbera welatên serekî yên demokratîk de pêk bînin.

Biden got, Vladimir Putin di wê baweriyê de bû ku serdema demokrasiyê nemaye û welatên di nav NATOyê de nikarin karûbarên xwe birêve bibin. Biden destnîşan kir, tenê bi yekrêziyê ew dikarin Putin rawestînin.

Grûpa G7 jî piştî civîna xwe ragihand ku dê 370 miliyon Euro weke alîkarî bide Ukraynayê.

 

Basnews

Top