• Tuesday, 24 February 2026
logo

Tevgera Babîliyon pêşwazî li Rêber Ehmed kir

Gulan Media March 25, 2022 Nûçe
Tevgera Babîliyon pêşwazî li Rêber Ehmed kir

Îro li bajarê Bexda ya paytexta Iraqê, bi amadebûna nûnerên pêkhateya Xirîstiyan li Parlamentoya Iraqê, serokê Tevgera Babîliyon pêşwazî li berbijêrê Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman Rêber Ehmed û şandeya li gel kir.

Beşar ragehandina Tevgera Babîliyon bi daxuyaniyekî ragehand, îro li Bexda Serokê Tevgera Babîliyon Reyan Kildanî pêşwazî li berbijêrê PDKê yê serokomarê Iraqê Rêber Ehmed kir û di wê rûniştinê de guftûgo derbarê pêkanîna hikûmeta Iraqê de hate kirin. Di çarçoveya wan guftûgoyan de bi bingeh kirin hikûmeta Iraqê û derketina ji krîza siyasî hat gotûbêj kirin.

Hat ragehandin, ew civîn bi amadebûna endamên kutleya Babîliyon li Parlamentoya Iraqê ve birêve çû û behs hate kirin ku ti aliyek di pêkanîna hikûmetê de nayê piştguh kirin û divê lez bê kirin ku hikûmeta nû ya Iraqê bê ava kirin.

Li gor zanyariyên ku hene nûnerên pêkhateya Xirîstiyan li Parlamentoya Iraqê, dê beşdarî civîna roja şemiyê ya Parlamentoya Iraqê bibin û deng bidin berbijêrê PDKê yê serokomartiyê Rêber Ehmed.

 

Basnews

Top