Serok Barzanî dibêje Madeleine Albright hevrêya 10 salî ya me bû
Serok Barzanî bo koça dawî ya Madeleine Albright peyamek weşand.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê jiber koça dawî ya wezîra berê ya derve ya Amerîkayê Madeleine Albright peyamek nivîsandiye.
Serok Barzanî nivîsandiye: Ji destdana Madeleine Albright wendahiyeke mezine bo me, jiber ku bi dehan sal em hevrêyên hev bûn, ji dil sersaxî didim malbeta Albright û hikûmeta Amerîkayê û rihê vê hertim di nava aramiyê de be.
