Komek xortên Iraqî navê xwe tomar kirine da ku li Ukrayna şer bikin
Hejmarek xortên Iraqî ji bo ku bi awayekî xwebexş biçin ligel Ukraniyan li dijî Rûsyayê şer bikin, navên xwe tomar kirine, hinek ji wan dibêjin, "ji bo destkeft û bidestxistina mafê mayîna li welatekî din" hewla gihîştina Ukraynayê didin.
Malpera Almanî ya DW raportek li ser wan kesên Iraqî yên ku dixwazin herin li Ukrayna û li dijî Rûsyayê şer bikin, belav kiriye. Li gorî raportê, komek xortên Iraqî bo wê mebestê navê xwe wek xwebexş tomar kirine.
Heyder Zerîfî yek ji wan kesan e ku li Iraqê navê xwe weke xwebexş tomar kiriye û dixwaze ji bo şerkirina li dijî Rûsyayê biçe Ukraynayê, ew niha li bendê ye ku pê re têkevin pêwendiyê û ber bi Kîevê bi rê bikeve, ew dibêje: “Piraniya xortên Iraqê ji ber hejarî û bêkarî dixwazin ji bo destkeftê biçin Ukraynayê, armanca wan ew e ku mafê mayîna li welatekî din bi dest bixin û siberoja xwe li welatekî din dabîn bikin.”
Temenê Heyder Zerîfî 30 salî ye û beriya niha parêzgeha Qadisiye ya Iraqê polîs bûye, niha çek hildaye û dixwaze bi awayekî xwebexş biçe Ukraynayê, ew dibêje: “Kesên dixwazin xwebexş bin, ji bo wê yekê ye ku welat bi cih bihêlin û bi rêya Ukraynayê bigihîjin Ewropayê, ez yek ji wan kesan im ku xewna gihîştin û jiyana li Ewropayê dibînim.”
Herwiha diyar dike: “Ez bi rêya medyaya civakî hîn bûm ku deriyê xwebexşiyê ji bo çûna nav artêşa Ukraynayê vebûye, min ev weke derfeteke zêrîn dît, ku bigihim Ewropayê û li wir daxwaza penaberiyê bikim, çimkî rewşa jiyana li Iraqê gelek giran e û êdî nikarim li vir bimînim.”
Heyder Zerîfî destnîşan kir ku ew li benda bersiva Balyozxaneya Ukraynayê ye û piştî ku wî serlêdana xwe kiriye, pasevanekî parastina Balyozxaneya Ukraynayê ya li Bexdayê jê re gotiye ku derbarê daxwaza wî de, dê bersiva wî bidin.
Li gor zanyariyên malpera Dengê Amerîkayê (VOA) 3 hezar xwebexşên Amerîkî ligel hêzên Ukraynayê li dijî Rûsyayê şer dikin. Herwiha medyaya Ukraynayê jî radigihîne ku bi hezaran xwebexş ji Fransa, Brîtanya û welatên rojava û bakurê Ewropayê berê xwe dane Ukraynayê.
Basnews
