• Tuesday, 24 February 2026
logo

Amerîka: Rûsye tawanên cengî dike

Gulan Media March 24, 2022 Nûçe
Amerîka: Rûsye tawanên cengî dike

Wezîrê derve yê Amerîkayê dibêje Rûsye li Ukraynayê tawanên cengî kiriye.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku Rûsye di şerê dijî Ukraynayê de  li vê welatî tawanên cengî kiriye.

Blinken eşkere kir ku, Amerîka her ji destpêka şerê Rûsye ya dijî Ukraynayê bi hûrî çavdêriya rewşê kiriye û ji nêz ve êrîşên Rûsyeyê yên li dijî xelkê medenî li Ukraynayê şopandiye.

Blinken herwiha eşkere kiriye ku tevahiya kiriyarên artêşa Rûsyeyê yên li Ukraynayê dokomênt kirine û Rûsye li Ukraynayê tawanên mezin yên cengê kiriye.

Weke tê zanîn îro yek mehe ku Rûsye li dijî Ukraynayê dest bi êrîşên berfire kiriye.

Top