• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Madeleine Albright piştevanê doza kurd bû

Gulan Media March 24, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Madeleine Albright piştevanê doza kurd bû

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya Wezîra Derve ya Amerîkayê ya berê Madeleine Albright peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Dilgiran û xemgîn im ji ber koça dawî ya Madeleine Albright.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Madeleine Albright alîkar bû ji bo dawîanîna şerê navxwe yê Kurdî û yekalîkirina nakokiyên me û dawîanîna serdema tal, bandoreke mezin li ser xelkê kir.

Di beşeke din a peyamê de destnîşan kir: “Albright di dirêjahiya jiyana xwe de piştevana doza Kurd bû, ez hevbeşê xemgîniya malbata wê me.

Top