Şandeyekî Herêma Kurdistanê diçe Amedê
Şandeyekî Herêma Kurdistanê ji bo beşdarî yekem pêşengeha geştûguzar a Mezopotomya ya li Amed a Bakurê Kurdistanê diçin wêderê.
Rêveberê giştî yê geştûguzar a Hewlêrê Îsmaîl Mînexan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şandeyekî Herêma Kurdistanê li bajarê Amedê, bi serokatiya parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw de beşdarî yekem pêşangeha geştûguzar û xwarinan a Mezopotamya dibe, ku biryare ji roja 24ê mehê heta 27ê Adarê birêve biçe.’’
Di şandeyê de rêveberê giştî yê geştûguzar a Hewlêrê û rêveberê geştûguzar a Duhokê û serokê odeya yekitiya bazirganî û pîşesaziya Herêma Kurdistanê û odeya bazirganiya parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmanî û hejmarek zêde ya xwedî kar û bazirganên Herêma Kurdistanê beşdarî dikin.
Îsmaîl Mînexan got, pêşangeh ji aliyê parêzgeh û serokatiya şaredariya Amedê bi beşdariya gelek welatên navçeyê ve hatiye rêxistin kirin û ragehand: ‘’Biryare şandeya Herêma Kurdistanê gelek hevdîtin û civînên fermî pêkbîne.’’
Basnews
