• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Bîngolê teqîn: 2 polîsan canê xwe ji dest dan

Gulan Media March 23, 2022 Nûçe
Li Bîngolê teqîn: 2 polîsan canê xwe ji dest dan

Li Rêveberiya Hêzên Taybet ya Rêveberiya Asayîşa Bîngolê di dema veguhestina mînên dije tank de teqînekê rû da û du polîsan canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di dema veguhestina mînên dije tank de teqînê rû da û hêj sedema teqînê nehatiye aşkerekirin.

Di teqînê de,  du polîs bi giranî birîndar bûn û ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê hatin veguhastin. Piştre jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

 

Rudaw

Top