• Tuesday, 24 February 2026
logo

Soylu: Heta niha 58 hezar koçberên Ukraynî gihîştine Tirkiyê

Gulan Media March 22, 2022 Nûçe
Soylu: Heta niha 58 hezar koçberên Ukraynî gihîştine Tirkiyê

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje, ji destpêka êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ve û heta niha 58 hezar koçberên Ukraynî gihîştine Tirkiyê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di bernameyeke televizyonî de derbarê hêjmara penaberên Ukraynî yên çûne Tirkiyê agahî dan.

Suleyman Soylu got: “Ji despêkirina şerê Ukraynayê û heta niha 58 hezar Ukraynî hatine Tirkiyê. Ji vê hêjmarê 30 hezar bi rêyên bejayî derbasî welat bûne û 900 kes jî di ser welatekî din re bi rêyên hewayî hatine Tirkiyê.”

Lê Soylu behsa wê yekê nekir ka ew hejmara din bi çi rêyekê çûne Tirkiyê.

Li gor amarên herî dawî yên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şerê Ukraynayê ve û heta niha zêdeyî 10 milyon kesên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in derbider bûne û malên xwe bicîh hiştine.

Di heman demê de 6,5 milyon kes li nav Ukraynayê koçber bûne û 3,3 milyon kes jî koçberî welatên din bûne.

 

 

Rudaw

Top