• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em li gel gelê Siûdiyeyê ne

Gulan Media March 22, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em li gel gelê Siûdiyeyê ne

Serokwezîrê Kurdistanê êrîşên duhê bişev yên ser Siûdiyeyê mehkûm dike.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşên çekdarên hûsî yên bo ser Siûdiyeyê, twittek belav kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twitta xwe de rixmî mehkûm kirina êrîşên han, nivîsandiye; Ev êrîşên han yên dûbare bo cîhên sivîl, jêrxana medenî ya welat dikin armanc û zirarê didin sivîlan, em wan êrîşan mehkûm dikin û em bi temamî li gel gel û hikûmeta şahnişîn ya Siûdiyeyê ne.

Weke tê zanîn duhê bişev çekdarên hûsî bi 9 dorneyan êrîşî ser çend bajarên Siûdiyeyê kiribûn.

Top