• Tuesday, 24 February 2026
logo

Kazimî: Em Newrozê bikin derfeta îstiqrarê

Gulan Media March 21, 2022 Nûçe
Kazimî: Em Newrozê bikin derfeta îstiqrarê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi boneya cejna Newrozê peyamek belav kir û ragihand: “Werin em cejna Newrozê bikin derfet ji bo berqerarbûna asayîş û îstiqrarê.”

Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi boneya cejna Newrozê pîrozbahiyê li hemû Iraqiyan û bi taybetî li gelê Kurd dikim.”

Kazimî got: “Werin em vê boneyê bikin derfetek ji bo bilindkirina nirxên xoşewîstî û sozê, ji bo berqerarkirina asayîş, avakirina siberojeke baştir bo zarokên me, destgirtina bi Iraqa îstiqrar û bihêz û avakirî.”

 

K24

Top