• Tuesday, 24 February 2026
logo

Davutoglu: Min pêşniyaza hevpeymaniyê bo HDPê nekir

Gulan Media March 21, 2022 Nûçe
Davutoglu: Min pêşniyaza hevpeymaniyê bo HDPê nekir

Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got “Min sala 2015ê pêşniyaza hevpeymaniyê bo HDPê nekir.”

Siyasetmedar û Wezîrê Geşedanê yê berê yê Tirkiyê Muslum Dogan, ku sala 2015ê di hikûmeta demkî ya Tirkiyê de li ser navê HDPê wezîrtî kiribû, çend roj berê gotibû “Piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015ê Serokwezîrê wê heyamê Ahmet Davutoglu pêşniyaza avakirina hikûmeta hevpeymaniyê bo HDPê kir, lê HDPê ev pêşniyaz red kir. Eger HDPê ev pêşniyaz qebûl bikira, şerê Cizîrê û xendekan rû nedida.”

Davutoglu, îro 20ê Adarê li ser gotinên Muslum Dogan bersiva medya Tirkiyê da û diyar kir “Min wê demê pêşniyaza hevpeymaniyê bo HDPê nekir. Min ji bo wezîrtiya hikûmeta hilbijartinê hevdîtin kir.”

Herwiha Davutoglu derbarê rexneyên Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirov a derbarê doza Osman Kavala de got “Dadgeha Mafên Mirov a Ewropa mafdar e, hiqûqa welatiyên Tirk diparêze.”

 

Rudaw

Top