• Tuesday, 24 February 2026
logo

Newroza Dêrsimê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Gulan Media March 20, 2022 Nûçe
Newroza Dêrsimê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê dibin barîna berfê de bi beşdarbûna bi hezaran kesan Newroza îsal bi cuşeke mezin hat pîrozkirin.

Welatiyên Dêrsimî li Qada Seyît Riza civiyan û di bin berfê de agirê xwe pêxistin û bi govend û dîlanan Newroz pîroz kirin. Agirê Newroz 2022ê ji aliyê Serokê şaredariya bajarê Dêrsimê  Fatih Mehmet Maçoğlu û welatiyan dinav dengê tilîliyan de hat pêxistin.

Parlementerê HDPê yê Dêrsimê Alican Onlu got: “Zilm û çewisandinên li 4 parçeyên Kurdistanê berdewam dikin, ez hêvî dikim ku ev Newroz bibe sedema bidawîbûna faşîzm û xerabiyê.

Xelkê Dêrsimê guhnedan barîna berfa ku ji şevê din ve dibare û di demjimêrên sibê de li koça Hunerê kombûn û li ber dengê Dehul û zirneyê   govend gerandin. Piştî wê derbasî Parka Seyîd Riza ya qada Newrozê bûn.

Parlementera HDPê ya Mûşê Gulistan Koçyigit jî got: “Ji bo pîrozbahiya Newrozê em hatin Dêrsimê, bila Newrozê gelê me yê li her çar perçeyên Kurdistan û diasporayê pîroz be. Em dê bi yekêtiya xwe serbikevin.”

Di pîrozbahiyê de Parlementera HDPê a Mûşê Gulistan Koçyigit, Serokê şaredariya Dêrsimê Fatîh Mehmed Maçoglu, Parlementerê HDPê yê Dêrsimê Alican Onlu axivîn Newroza gel pîroz kirin.

Welatî Esma Barut jî got: “Bihar hatiye, îro roja me ye, em ji bo Newrozê hatin cem hev. Gelê Dêrsimê li hev civiyan, em ê di nava yekîtiyê de bin, Newroza her kesî pîroz be.”

Beşdarbûna Newroza îsal li gorî sala borî zêdetir bû.

Herwiha gelek partiyên siyasî bi sembolên xwe beşdarî Newroza Dêrsimê bûn.

Xelkê Dêrsimê li ber stranên Kurdî û def û zirneyê bi kincên xwe yê Kurdî govend gerandin û Newroza îsal pîroz kirin

 

Rudaw

Top