Putin: Ukrayna sedema paşxistina danûstandinan e
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Ukraynayê bi paşxistina danûstandinan tohmetbar dike.
Vladimir Putin di pêwendiyeke telefonî de ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz ragihandiye: “Desthilatdarên Ukraynayê sedema paşxistina danûstandinan in, lê belê Moskow amade ye ji bo lêgerîna çareseriyê.”
Ji aliyê xwe ve Serokatiya Kremlînê piştî pêwendiya telefonî ya Vladimir Putin û Olaf Scholz daxuyaniyek belav kir û ragihand; hikûmeta Kîevê bi hemû şêwe hewla têkbirina danûstandinan dide, ji bilî wê jî, bi pêşkêşkirina pêşniyarên ne mentiqî wisa dike ku danûstandin bi ser nekevin.
Roja 24ê Sibata 2022yan artêşa Rûsyayê êrîşî ser Ukraynayê dest pê kir, heta niha beşek ji bajar û navçeyên Ukraynayê kontrol kirine, ji bo dawîanîna bi vî şerî û kêşeyên navbera wan, heta niha şandên Moskow û Kîevê, çend car civiyan, lê belê civînêbn wan bê encam bûn.
K24
