• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hakim Zamilî: Êrîşa li ser Hewlêrê bê bihane ye

Gulan Media March 18, 2022 Nûçe
Hakim Zamilî: Êrîşa li ser Hewlêrê bê bihane ye

Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran Hakim Zamilî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ti bihaneyek ji êrîşa li ser Hewlêrê nîne.

Hakim Zamilî got: “Pêşwazîkirin li Rêber Ehmed, destpêşxeriyeke baş bû. Welatekî me yê hevbeş heye û her êrîşek li ser Hewlêrê, êrîşa li ser tevahiya Iraqê ye.”

Got jî: “Em wek komîta lêkolînan di rastiyan de, em pêşwaziyê li berpirsên ewlehî, dezgehên hewalgirî, Birîkarê Wezîrê Derve yê Iraqê û Balyozê Îranê li Iraqê dikin. Em wek komîte  di karê xwe de berdewam dibin ji bo derxistina rastiyên sedem û encamên êrîşa li ser Hewlêrê.” 

Herwiha da zanîn, dema rêkar temam bibin, ew ê encam li Encûmena Nûneran belav bikin û piştre jî ji Hikûmeta Iraqê re bişînin.

Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran got jî: “Iraq ne welatekî lawaz e û em rûbirûyî DAIŞê bûn, rast e hin nakokî hene, lê ev nayê wê wateyê ku Iraq lawaz e.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konferansa rojnamevanî de got: “Her wiha got: "Em rapora her ajansekê ku hincetên êrîşê piştrast dikin, pêşwazî dikin.”

Diyar kir jî, ew cihê êrîş lê hatiye kirin, mala veberênerekî Kurd ê Iraqî ye û ew kesayetekî li ser astê Iraq û herêmê naskirî ye û wek ji komîta lêkolîna di rastiyan de aşkere bûye, ew mal cihê rûniştina wê malbatê ye û ti guman li ser nîne.

Rêber Ehemd got jî: “Di rûniştina Encûmena Nûneran a Iraqê de me daxwaz kir ku bi beşdariya Iraq û welatên Erebî û cîhanî û herwiha bi beşdariya Îranê lêkolîneke berfireh were vekirin.”

 

Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê got jî: “Êrîşa li ser Hewlêrê, destdirêjiya li sînorê Iraqê û binpêkirina rêkeftin û peymanên welatên cîran ye.”

Top