• Tuesday, 24 February 2026
logo

Manora hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê

Gulan Media March 18, 2022 Nûçe
Manora hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê li derdora Kêlgeha Umer li Dêre Zorê manoreke serbazî pêk anîn.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja 16ê Adarê li derdora kêlgeha petrolê ya Umer li rojhilatê Dêre Zorê manoreke serbazî kirin.

Li gor çavkaniyên HSDê, roja 16ê Adarê, bi beşdarbûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên HSDê li derdora Kêlgeha petrolê ya Umer li rojhilatê Dêre Zorê manoreke serbazî hat kirin.

Berî demekê kêlgeha Umer a petrolê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve hatibû armancgirtin, hevdem hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî bersiva wan dabûn.

 

Rudaw

Top