• Tuesday, 24 February 2026
logo

4 torîstên Ereb li Dûkanê hatin girtin

Gulan Media March 18, 2022 Nûçe
4 torîstên Ereb li Dûkanê hatin girtin

Madeyên hişber bikar anîne û polîs ew girtine.

Birêveberatiya polîsê parêzgeha Silêmanî ragihand ku hêzên wan li seyrangeha Dûkanê karîne 4 torîstên Ereb binçav bikin.

Birêveberatiya polîsê Silêmanî eşkere kiriye ku sedema girtina wan 4 torîstan, eve ku ev her çar kes di cîheke torîstî û giştî ya seyrangeha Dûkanê de madeyên hişber bikar anîne.

Polîs diyar kiriye ku di dema girtina wan torîstan de, li cem wan hineke madeyên hişber jî hebûne ku ji aliyê polîs ve dest bi ser wan de hatiye girtin.

Top