Li Îranê di pîrozbahiyên Çarşema Sor de 19 kesan canê xwe ji dest dan
Li Îranê di pîrozbahiyên Çarşema Sor de 19 kesan canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 798 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Saziya Alîkariyên Lezgîn a Îranê Mucteba Xalidî ragehand, li gor salnameya Hicrî Şemsî çarşema dawî ya berî sala nû ango Newrozê wek cejna Çarşema Sor tê pîroz kirin û di pîrozbahiyên Çarşema Sor de bi giştî li Îranê 19 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 798 kes jî birîndar bûne.
Herwaha got, di pîrozbahiyan de 150 kes bi madeyên teqemeniyê ve birîndar bûne û di bedena wan de şewat çêbûye. Herwaha got, 880 kes jî ji çavên xwe birîndar bûne û 171 kesan jî endamên bedena xwe winda kirine.
Basnews
