• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Japonyayê erdhejekî bi hêza 7.3 pêkhat

Gulan Media March 17, 2022 Nûçe
Li Japonyayê erdhejekî bi hêza 7.3 pêkhat

 Li bakurê Japonyayê erdhejekî bi hêza 7.3 pêkhat. Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate dayîn û derbarê windayiyên canî û madî de ti daxuyaniyek nehate ragehandin.

Li gor daxuyaniya Ajansa Keşnasî ango Meteorolojiya Japonya (JMA) erdhej, li gor demjimêra herêmî 23:36ê de li eyaleta Fukuşîma 60 kîlometre bin erdê de pêkhatiye. Piştî erdhejê ji bo eyaletên Fukuşîma û Miyagî hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Herwaha erdhej li paytext Tokyo û Iwate, Yamagata û Aomorî jî hate hest kirin. Sîstema Hişyariya Karesatên Netewî ya Japonyayê ‘’J-Allert’’ di heman demê de ji bo bi hezaran hemwelatiyên Japon hişyarî şand. Ji gelê ku li herêmên metirsîdar ango rîsk de jiyan dikin, ji wan re banga biçin cîhên bilind hate kirin û hat pêşbînî kirin ku bilindbûna pêlên avê dibe ku 1 metre be.

 

Basnews

Top