Konsûlê Îranê bo Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat bangkirin
Konsûlê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê bo Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate bangkirin.
Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di derbarê mûşekbarana li ser Hewlêrê nerazîbûna hikûmet û xelkê Kurdistanê gihande Konsûlê Îranê.
Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de têkez dike ku Herêma Kurdistanê alîgirê aştî û asayişê li navçe û cîhanê de ye, di wê pêxemê de hewlên berdewam hebûne û qurbaniyên zêde dane.
Herêma Kurdistanê ti caran nebûye beşek ji pirsgirêkan û hertim di riya diyalogê de hewla çareseriyê bo pirsgirêkan daye.
Fermanega Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Konsûlê Îranê re gotiye, êdî bila bi hêcetên bê bingeh û dûr ji rastiyê Herêma Kurdistanê nebe meydana yekalîkirina nakokiyan.
Tevî protestokirina vê êrîşê, bi pêwîst dizane ku ev cora riftarên bê hêcet, ji aliyê Komara Îslamî ve bên rawestandin û rêz li serweriya axa Îraqê û Herêma Kurdistanê bihê girtin.
Fermangeha Pêwendiyên Derve ragihand “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû wan tometan red dikin ku ji bo mûşekbarana Hewlêrê kirine hêcet, û piştgiriya pêkanîna lêjneyeke navdewletî dikin bo lêkolîn û derxistina rastiyan, ku êdî bi hêcetên bê bingeh, ax û xelkê sivîlê aştîxwaz ê Herêmê nebe armanc.”
Rudaw
