• Tuesday, 24 February 2026
logo

Erdogan: Divê em dostaniya xwe ya bi Zelensky û Putîn re biparêzin

Gulan Media March 15, 2022 Nûçe
Erdogan: Divê em dostaniya xwe ya bi Zelensky û Putîn re biparêzin

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê sizayên ku ji aliyê NATO û Yekîtiya Ewropayê ve li ser Rûsyayê tên sepandin de, helwesta welat xwe diyar kir û got: "Divê em dostaniya xwe ya bi birêz Zelenskiy re û bi birêz Putîn re jî biparêzin.”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li Kulliyeya Serokomariya Tirkiyê civiyan. Piştî hevdîtinê Erdogan û Scholz civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xistin.

Mijarên hevdîtinê

Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku di hevdîtinê de li ser her cure mijarên siyasî, leşkerî, aborî, bazirganî û çandî hatine gotûbêjkirin, ligel wan mijaran derfet çêbû ku şer û pevçûnên di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî binirxînin ku niha ne tenê rojeva herêmê, di heman demê de bûye rojeva cîhanê..

Erdogan got, "Digel sitendina tedbîrên di warê ewlekariya Ewropayê de em li hev pêk hatin ku ji aliyekî ve jî hewlên dîplomatîk ên ji bo çareseriyê xurt bikin.”

Erdogan: Almanya ji bo me girîng e

Erdogan li ser aboriyê jî wiha got, "Almanya ji bo Tirkiyê di hinardekirinê de di rêza serî, di hawirdekirinê de jî di rêza duyemîn de ye. Qebareya me ya bazirganiyê ya ligel Almanyayê sala 2020an 38 milayr dolar bû, 2021ê 41 milyar dolar derbas kir. Em dixwazin vê rêjeyê bigihînin 50 milyar dolarî."

Erdogan bal kişand ser şerê li Ukrayna û bandorê wê û got: “Me bi taybetî dupat kir ku em wek du hevalbendên NATOyê xwedî nêrîn û fikarên hevpar in. Dema ku ji bo ewlekariya Ewropayê tedbîrên pêwîst hatin girtin, me li hev kir ku xebatên dîplomatîk ên ji bo çareseriyê leztir bibin. Weke Tirkiye, me ji bo ku alîyan li hev bicivînin û diyalogê pêk bînin, me alîkarî da pêşketinên girîng. Di encama xebatên me de wezîrên derve yên Rûsya û Ukraynayê bi beşdariya Wezîrê Derve yê me li Antalyayê hatin ba hev. Ji bo agirbesteke mayînde bê dudilî em dê xebatên xwe bidomînin."

Li ser pirsa "We behsa hevkariya leşkerî kir, Serokwezîr got divê hevkarên NATOyê bibin yek. Hûn dê dîsa jî ji Rûsyayê çekan bikirin? Hûn dê beşdarî sizayên welatên  Rojava bibin?" Erdogan wiha axivî:

“Em niha bi Almanyayê re du şirîkên NATOyê ne, du welatên girîng ên NATOyê. Ji ber vê yekê, bi taybetî di vê pêvajoyê de nirxandina vê di nav me de pir girîng e. Me nirxand ku em wek du welatên NATOyê dikarin bi hev re çi bikin û bi heman awayî em dikarin çi kêmasiyan derbas bikin.”

Erdogan: Çekên me ji Rûsyayê kirî hene

Derbarê çekên ku Tirkiyê ji Rûsyayê kirî de jî Erdogangot, "Bêguman çekên ku me heta niha kirî hene. Di şert û mercên niha de dê paşeroj çi nîşan bide, hêj zû ye ku em biaxivin. Lê şert û merc bi xwe re çi tînin û çi dibe divê em bibînin û li gor wê biryara xwe bidin."

Erdogan: Hewlên me dê bidomin

Serokomar Tirkiyê bal kişand ser şerê Rûsya û Ukraynayê û got, "Emê hewlên xwe yên ji bo pêkanîna agirbesta mayinde, bê navber bidomînin."

Erdogan herwiha got: “Divê em dostaniya xwe bi birêz Zelensky û birêz Putin re jî biparêzin. Lê ez vê jî bibêjim; di derbarê sizayan de jî, tişta ku di çarçoveya rêgezên Neteweyên Yekbûyî de pêwîst bû, me kir û ya ku welatên endamên NATOyê nekirin, me tevî Rûsyayê ji bo Ukraynayê kir û me piştgiriya xwe berdewam kir.”

 

Rudaw

Top