• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ukrayna: 2500 welatiyên sivîl li Mariupolê hatine kuştin

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Ukrayna: 2500 welatiyên sivîl li Mariupolê hatine kuştin

 Şêwirmendê Bilind ê Ofîsa Serokatiya Hikûmeta Ukraynayê Oleksiy Arestovych eşkere kir; di encama êrîşên Rûsyayê bo ser bajarê Mariupolê de, zêdetirî 2 hezar û 500 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Oleksiy Arestovych ji kanaleke televîzyonê re ragihand ku şer û pevçûnên li bajarê Mariupolê berdewam in û artêşa Ukraynayê rêgirî li êrîşên Rûsyayê kiriye.

Arestovych diyar kiriye; artêşa Rûsyayê nekariye bajêr kontrol bike û ji ber vê yekê welatiyên sivîl kiriye armanc. Herwiha gotiye: “Rûsya dixwaze wî bajarî ji ser nexşeyê rake. Li gor amarên fermî, heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 welatiyên sivîl li Mariupolê hatine kuştin.”

Top