• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê civiya

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Serok Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê civiya

Serokwezîrê Îraqê îro serdana Hewlêrê kiriye.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kir.

Di civînê de ku wezîrê derve, wezîrê berevanî û wezîrê navxwe yê Îraqê û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê navxwe yê Kurdistanê jî têde beşdar bûn, Serokwezîrê Îraqê hevsozî û hevxemiya xwe bo xelkê Kurdistanê û Hewlêrê diyar kir û ragihand ku êrîşa mûşekî yaku bi ser Hewlêrê hatiye kirin, kareke têkder û destdirêjiye bo ser serweriya tevahiya Îraqê.

Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku, komîteyeke taybet bo venêrîn kirin li ser gote gotên nerast hatiye damezrandin û vê rastiyan bo raya giştî eşkere bike.

Her di heman civînê de her du aliyan nîqaş li ser sedem û bandorên êrîşên han kirin û tekez li ser hemahengî û karên hevbeş yên her du aliyan bo parastina aramiya Kurdistan û Îraqa federal kirin.

Prosesa siyasiya Îraqê û metirsiyên berdem prosesa han mijarên din yên civînê bûn.
 

Top