• Tuesday, 24 February 2026
logo

Antony Blinken: Me behsa yekdengiya aliyên Kurdî kir

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Antony Blinken: Me behsa yekdengiya aliyên Kurdî kir

Duhê bişev li gel Serokwezîrê Kurdistanê peyvî bû.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ku duhê bişev telefûnê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiribû, twittek nivîsî.

Blinken di twitta xwe de behsa naveroka peywendiya telefûna xwe li gel Mesrûr Barzanî kiriye û nivîsandiye: Me behsa girîngiya yekdengî û yekrêziya aliyên Kurdî û girîngiya bilez ava kirina hikûmeta federalî kir.

Blinken herwiha nivîsandiye: Derbarê êrîşa mûşekî ya bo ser Hewlêrê yaku ji aliyê Îranê ve hatiye kirin, me piştîvaniya xwe bo Mesrûr Barzanî diyar kiriye.

 

 

Top