• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mistefa Kazimî ji Îranê daxuyaniyeke zelal daxwaz dike

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Mistefa Kazimî ji Îranê daxuyaniyeke zelal daxwaz dike

Encûmena Wezîran a Iraqê ya ji bo Asayîşa Niştimanî bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî civîneke bilez li ser êrîşên mûşekî yên şeva borî ya li ser Hewlêrê pêk anî û ji Îranê daxuyaniyeke zelal daxwaz kir, ku êrîş ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hatin encamdan.

Ofîsa Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; Iraq bi rêya kanalên dîplomasiyê ve daxwaza daxuyaniyeke zelal ji aliyê Îranê kiriye û ew çaverêya helwestekê ji serkirdetiya siyasî ya Îranê dikin, vê destdirêjiyê red bike.

Di twîtekê de hatiye destnîşankirin ku beriya niha jî encûmena wan binpêkirina serweriya Iraqê û bikaranîna axa wê ji bo yekalîkirina milmilaniya navbera welat û aliyan red kiriye û tekezî li ser helwesta Iraqê kiriye, ku bikaranîna axa xwe ji bo êrîşkirina ser cîranan red dike.

Encûmena Wezîran a Iraqê diyar kiriye ku lêkolînên li ser geşedanan berdewam dibin û li pey mekanîzmayên parastina asayîş û serweriya Iraqê digerin.

Herwiha tekez kiriye; êrîşa mûşekî ku ji nava axa Îranê, bajarê Hewlêrê kiriye armanc, destdirêjî ye bo ser bingeha cîrantiya baş a navbera Iraq û Îranê û ew pêwendiya dîrokî ya gelên herdu welatên cîran bi hev ve girêdide, tevî wê jî binpêkirina yasa û rêsayên navdewletî ye.

 

K24

Top