• Tuesday, 24 February 2026
logo

Wezareta Derve ya Amerîka: Ti amajeyek nîne ku qesta êrişa mûşekî ya Hewlêrê em bin

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Wezareta Derve ya Amerîka: Ti amajeyek nîne ku qesta êrişa mûşekî ya Hewlêrê em bin

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekî ya pasdarên Îranê li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, ti amajeyek nîne ku nîşan bide êrîş li dijî Amerîka hatibe kirin.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, “Amerîka bi tundî êrîşa şeva bihorî ya li ser Hewlêrê protesto dike ku ji Îranê ve çavkanî digire.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kiriye, “ti amajeyek nîne ku nîşan bide êrîşa han li dijî Amerîka hatibe kirin û destnîşan dike, “Ew êrîş binpêkariyeke gelek xirab a serweriya Iraqê ne. Ziyan negihîştiye ti saziyeke Amerîkî û ti karmendekî Amerîkî jî birîndsar nebûye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, “Pêwîst e Îran demildest êrîşên xwe rawestîne, rêz li serweriya Iraqê bigre, destwerdan di karûbarên navxwe yên Iraqê de rawestîne.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez dike, “Amerîka piştgiriya hevbeşên xwe yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê dike, hevkariya hevbeşên xwe yên li navçeyê dike da ku berevaniyê li xwe bikin.”

 

Basnews

Top