• Tuesday, 24 February 2026
logo

Fraksiyona PDKê: Karê tirsonekî û namerdî, serbilindî û berxwêderiya Hewlêrê nalerzîne

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Fraksiyona PDKê: Karê tirsonekî û namerdî, serbilindî û berxwêderiya Hewlêrê nalerzîne

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û teqez dike ku karê tirsonekî û namerdî, serbilindiya Hewlêrê û berxwedêriya wê nalerzîne.

Îro 13.03.2022yê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û ragehand: ‘’Fraksiyona PDKê bi tundî êrîşa tirsonekî ya li ser çend cîhên parêzgeha Hewlêrê, ku nav wan de avahiya K24ê jî hebû şermezar dike û hêviya selametiyê ji bo karmendên wê kanalê dixwaze.’’

Fraksiyona PDKê teqez kir: ‘’Karê tirsonekî û namerdî, serbilindiya Hewlêrê û berxwedêriya wê nalerzîne û bi tundî dijî her êrîşên wisa yên tirsonekî em dê rawestin.’’

Top