Asayişa Niştimanî ya Amerîka: Emê sîstema berevaniya mûşekî bo Herêma Kurdistanê dabîn bikin
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka Jake Sullivan derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de ragihand, Amerîka bi tundî vê êrîşê şermezar dike û tekz kir; welatê wî bi Hewlêr û Bexdayê re kar dike ji bo danîna sîstema berevaniyê.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka Jake Sullivan ji kenala “CBS News” re ragihand, “Em êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dikin û her karekî ji bo parastina hevpaymanên xwe û berjewendiyên Amerîka li herêmê dikin.”
Sullivan aşkere kir, ew bi Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar dikin ji bo danîna sîstema berevaniyê ya dijî mûşekan ji bo parastina bajarên wan.
