Wezareta Derve ya Iraqê ji ber êrişa mûşekî ya Hewlêrê nota da Îranê
Wezareta derve ya Iraqê gazî balyozê Îranê li Bexdayê kir û ji ber êrişa mûşekî ya Hewlêrê nota da hikûmeta Tehranê.
Wezareta derve ya Iraqê ragehandiye, wan îro gazî balyozê Îranê li Bexdayê kirine û li ser êrişa mûşekî ya Hewlêrê ku ji aliyê pasdarên Îranê ve hatiye kirin, nota û nerazîbûna xwe gihandine hikûmeta Îranê.
Derengiya şeva borî pasdarên Îranê bi behaneya hebûna navendên MOSSADa Îsraîl, 12 mûşekên balistîk avêtin Hewlêrê.
Di wê êrişa mûşekî û terorîstî de ku cihên sivîl kir armanc, ziyanek mezin gihîşt xelkê lê tiştek bi kesî nehat.
Basnews
