Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka êrişa terorîstî ya Hewlêrê gotûbêj kirin
Wezîrê derve yê Amerîka telefona Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û êrişa terorîstî û mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser facebooka xwe ragehandiye, îşev wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken telefona wî kiriye û êrişa terorîstî ya şeva borî li ser Hewlêrê şermezar kiriye.
Mesrûr Barzanî her wiha gotiye, ew û Blinken li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku êrişa han binpêkirina berçav ya serweriya Iraqê ye.
Serokê hikûmeta Kurdistanê daye zanîn jî, wan di berdewamiya pêwendiya telefonî de têkestî li ser wê yekê jî kirin ku divê rûbirûyê wan propaganda û gotegotên ne rast bin ku van salên dawiyê tên belavkirin û hinek caran dibin behaneya êrişên li ser Hewlêrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî daye xuyakirin jî, wî spasiya wezîrê derve yê Amerîka kir ku êrişa terorîstî ya li ser Hewlêrê şermezar kiriye û jê daxwaz kir ku Amerîka zêdetir piştevaniya Herêma Kurdistanê bike.
