Li Erebistana Siûdî 81 kes hatin darve kirin
Wezareta Navxwe ya Erebistana Siûdî ragehand, ji ber tewanên teror, sîxurî, mirov kuştin û gelek tewanên din 81 kes hatine darve kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Siûdiyê, ew 81 kesane, ji ber fikrên derveyî rê û baweriyên xelet, cîhên îbadetê, avahiyên hikûmetê û aboriya welat de cîhên herî giring kirine armanc, herwaha rayedar û endamên ewlehiyê şopandine û kirine armanc, revandin, îşkence, bi çek dizî û şelandin, qaçaxçîtiya çek û her wekîdin, li gel Husiyên Yemenê, rêxistinên terorîst ên El Qaîde û DAIŞê planên wan pêkanîne û ji bo wan karê sîxurtiyê kirine, ji ber wan tewanan ew radestî dadgehê hatine kirin.
Hat ragehandin, piştî dadgeh temam bûye piraniya wan xelkê Erebistana Siûdî û hin Yemenî jî di nav de ji bo 81 kesan biryara darve kirinê hatiye dayîn.
Daxuyaniyê de hat gotin ew kesên biryara darve kirina wan hatine dayîn hatine darve kirin û navên wan û tewanên wan jî yek bi yek daxuyaniyê de hat aşkera kirin.
Basnews
