Sedir: Kurd şahdamarê Iraqê ne û Hewlêr serî natewîne
Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedr êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û got, “Ji bilî nermbûn, serxwebûn û serweriyê, Hewlêr serî natewîne. Ez silav û hezkirina xwe ji gelê Kurd re radigihînim.”
Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedr êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û got, “Hewlêr xwe naçemîne, tenê ji bo miyanerewî, serbixweyî û serweriyê nebe.”
Muqteda Sedr ragihand tekez dike, “Hewlêr di bin agirê şikistxwarî û şermezarbûyan de ye. Di bin proseya birçîkirinê de ye. Weke ku Kurd ne Iraqî bin, lê ew şahdamara Iraqê ne û ji Iraqê û beşeke cudanebûyî ji Îraqê ne. Hewlêr xwe naçemîne, tenê ji bo miyanerewî, serbixweyî û serweriyê nebe.”
Serokê Tevgera Sedir hezkirin û silavên xwe ji Hewlêr û Kurdan re dişîne û dibêje, “Heya ku hikûmeta pirraniya nîştimanî pêk were, sebir bikin.”
Îro Yekşemê 13yê Adara 2022yan bi mûşekan êrişî Hewlêrê hat kirin û hinek ji ewan mûşekan li nêzîkî cihên niştecihbûna xelkê kevtin û ziyanên darayî jî bi çend xanî û avayîyan ket.
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav ragihand ku armanca êrîşa bi mûşekan a li dijî Hewlêrê, Konsulxaneya Amerîkayê bûye, lê belê hedef nehatiye xistin û ti zerara wan nîne."
Omîd Xoşnav ji Rûdawê re got ku hêzên asayişê di amadebaşiyê de ne.
Rudaw
