• Tuesday, 24 February 2026
logo

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê li ser kuştina Îman Samî peyamek belav kir

Gulan Media March 12, 2022 Nûçe
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê li ser kuştina Îman Samî peyamek belav kir

Konsulxaneya giştî ya Amerîka li Herêma Kurdistanê ragehand, ew di nehîştina tundiya li dijî jinan û parastina mafên mirov de piştevaniya hikûmeta Kurdistanê dikin.

Konsulxaneya giştî ya Amerîka li Hewlêrê li ser kuştina jinan li Kurdistanê bi taybet kuştina jina bi navê Îman Samî (Mariya) peyamek belav kir.

Di peyamê de ku li ser twîttera konsulxanê hatiye belavkirin, hatiye gotin, divê kuştinên jinan di bin navê parastina şerefê de, mîna kuştina vê dawiyê ya Îman (Mariya) û htd…, bên lêkolînkirin û encamderên wan sûcan jî bên dadgehîkirin.

Di peyama konsulxaneya Amerîka de her wiha hatiye gotin, em di mijara nehîştina tundiya li dijî jinan û parastina mafên mirov de piştevan û handerê hikûmeta Kurdistanê ne û bo alîkarîkirinê jî amade ne.

 

 

Basnews

Top