Putin pêşwazî li xwebexşên ku li Ukrayna şer bikin dike
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir deriyê wan ji kesên ku dixwazin li dijî leşkerên Ukraynayê şer bikin vekiriye û got “ji bo kesên xwebexş xwe bigihînin heremên şer, em dê bibin alîkar.”
Şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ku 2 hefte berê dest pê kiribû, dewam dike. Êrîşên artêşa Rûsyayê yên li Ukraynayê ketin roja xwe ya 16an.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşwazî li her xwebexşekê kir ku ji her welatekê ve tevlî hêzên wan bibin û li Ukrayna şer bikin.
Vladimir Putin got “Tevlîbûna hêzên xwebexş ji her welatekê ve mimkin e û ew pêşwaziyê li wê yekê dikin ku xwebexş tevlî hêzên Rûsî bibin û li Ukrayna şer bikin.”
Berê jî di raporekê de hatibû belavkirin ku Wezîrê Berevaniyê yê Rûsya gotibû “16 hezar xwebexş li Rojhilata Navîn hene ku tevlî hêzên Rûsiya bibin.”
Pentagonê jî behsa vê yekê kiribû ku ji Sûryê ve çekdar bo Rûsya tên şandin.
Rudaw
