Karwaneke serbazî ya Rûsyayê li nêzîkî Kîevê hat têkbirin
Ukrayna ragihand; hêzên wan li nêzîkî Kîeva paytext, karwaneke Rûsyayê kiriye armanc û ji nav birine.
Wezareta Berevanî ya Ukraynayê di daxuyaniyekê de diyar kir; li bajarokê Chuhuiv yê li başûrê rojavayê Kîeva paytext, karwaneke lojîstîk a artêşa Rûsyayê hatiye têkbirin, ku di nav wan de hejmarek tank û çend tankerên veguhestina sotemeniyê ji bo hêzên Rûsyayê hebûn.
Di daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Ukraynayê de hat diyarkirin; artêşa Rûsyayê êrîşên mûşekî bo ser çend bajaran tund kirine û êrîşên xwe yên bo ser bajarên Kîev, Mariupol û Zaporzhye zêde kirine.
K24
