Erdogan: Bihêzbûna peywendiyên Tirkiyê û Îsraîlê gelek girîng e
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan serdana Serokkomarê Îsraîlê bo Tirkiyê di peywendiyên di navbera herdû welatan de wek destpêka qonaxeke nû bi nav kir û ragihand “Pêşketin û bihêzbûna peywendiyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de bi qasî welatên me bo aşitî û aramiya navçeyê jî gelek girîng e.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Erdogan û Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog îro 9ê Adara 2022ê li Koşka Serokkomariyê ya li Enqereya paytexta Tirkiyê civiyan.
Piştî civîna 2 demjimêr 10 deqeyan Serokkomarên herdû welatan civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kirin û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî yên di navbera herdû welatan de kir.
Recep Tayip Erdogan amaje bi wê yekê da ku serdana serokkomarê Îsraîlê bo Tirkiyê dê di warê pêşxistin û asayîkirina peywendiyên di navbera herdû welatan bibe sedema destpêkirina qonaxeke nû û got: “Bihêzbûna peywendiyên Tirkiyê û Îsraîlê gelek girîng e. Pêşketin û bihêzbûna peywendiyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê bi qasî welatên me bo aşitî û aramiya navçeyê jî gelek girîng e.”
Erdogan behsa qeberaya bazirganiya welatê xwe ya ligel Îsraîlê jî kir û got: “Asta bazirganiya me tevî virûsa Coronayê jî ji sedî 36 zêde bûye. Ez di wê bawerê de me ku dê di sala 2022ê bazirganiya me bigehe 10 milyar dolar.”
Mijara Filîstînê ku yek ji xalên nakokên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de bû, Serokkomarê Tirkiyê li ser vê mijarê jî ragihand “Yek ji hêmanên sereke yên civîna me mijara Filîstînê bû. Me di civînê de derbarê mijarê de hestiyariyên xwe anîn ziman. Me tekezî li ser kêmkirina aloziyên li navçeyê kir û girîngiya çareseriya du dewletî anî ziman. ”
Piştî Erdogan, Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog axivî û diyar kir ku di demên dawî de peywendiyên di navbera herdû welatan de di serdemeke zehmet re derbas dibin.
Herzog derbarê serdana xwe ya bo Tirkiyê de û pêşxistina peywendiyên di navbera herdû welatan de jî got: “Ev serdan berdewam wê diyalogê ne ku ji destpêka destbikarbûna min ve destpêkirine. Ev di peywendiyên di navbera herdû welatan de pêngavekî girîng e. Îsraîl û Tirkiye dikarin li wê devera ku em hemû weke mala xwe binav dikin, hevkariyeke cidî bikin û divê bikin. ”
Ev serdan piştî 14 salan yekem serdan e ku di asta serokkomar de ji Îsraîlê bo Tirkiyê bê kirin. Di dema 14 salên borî de peywendiyên di navbera Îsraîll û Tirkiyê de ji ber çend sedeman têk çûbûn. Di 31ê Gulana 2010ê dema 6 keştiyan hewil didan dorpêça li ser Xezeyê rakin 8 welatiyên Tirk û welatiyekê Tirk-Amerîkî ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuşti. Wê bûyerê aloziyên di navbera herdû aliyan de gihandin lûtkeyê.
Piştî vê yekê Tirkiyê balyozê xwe ji Îsraîlê vekişandibû û balyozê Îsraîlê jî ji Enqerê derxistibû. Tirkiyê hevahengiyên xwe yên serbazî ligel Îsraîlê ragirtin.
Di Adara 2013ê de Benjamin Netenyahu daxwaza lêborînê ji Erdogan kir,lê peywendiyên wan asayî nebûn. Di Gulana 2018ê de piştî biryara îdareya Trump ya derbarê veguhastina balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê ew peywendî xirabtir bûn.
Di Mijdara sala bihorî de Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi telefonê peywendî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir. Ev jî piştî wê yekê ku Tirkiyê du welatiyên Îsraîlê azadkirin ku wêneyê mala Erdogan ya li Stenbolê girtibûn û bi wê yekê hatibûn tohmetbarkirin ku sixurtî kirine.
Rudaw
