Herêma Kurdistanê betlaneya Cejna Newrozê destnîşan dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê ji bo Cejna Newrozê, betlane ragihand.
Berdevkê Hikûmetê Cotyat Adel di daxuyaniyekê de ragihand; bi boneya Cejna Newrozê ya Neteweyî, dewama fermî hemû sazî dezgehên hikûmetê tê rawestandin.
Got jî: Betlane dê ji roja Yekşemê 20ê Adarê û heta roja Pêncşemê 24ê heman mehê be.
Cejna Newrozê kevintirîn cejna neteweyî ya Kurdî ye û Kurd li seranserî Kurdistanê û li welatên cîhanê yên kuu lê dimînin, Newrozê bi aheng û şahiyan pîroz dikin.
K24
